Saxewan Ebdullah: Kêseya navber artêsa Iraqê û Lîwaya 20 a Pêsmerge çareser bû
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah şeva borî ragihand ku ew bi Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdul Emîr Yaralla re civiya ye û pirsgirêka lîwaya 20 haiye çareserkirin.
Şaxewan Ebdullah li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Nûçeyên xweş ji bo Lîwaya 20 hene. Em îşev bi Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdul Emîr Yaralla re derbarê Lîwaya 20an de civiyan.
Di civînê de biryar hate dayîn hemû kêşeyan bidin alîyekî û fermana destpêkirina kar bê dayîn û heta 1ê Kanûnê hemû pêwendî bi wan re bê kirin û mûçeyê meha Kanûnê werbigirin.”
Ebdullah diyar kir: “Biryar hate dayîn ku piştî dest bi wezîfeyê bikin, di warê rêveberiyê de kêmasiyên wan bên danîn, di saetên pêş de dê nav ji aliyê wezaretê ve bên eşkerekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin