Ji HSD û Hevpeymaniyê operasyona hevbes: Saneya DAISê hate hilwesandin

10 February 2025 19:39 0 dîtin
Ji HSD û Hevpeymaniyê operasyona hevbes: Saneya DAISê hate hilwesandin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan ên Komandos li bajarê Mergeda yê başûrê parêzgeha Hesekê operasyonek li dijî şanedeke rêxistina terorîst DAIŞê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de de hate eşkere kirin ku di operasyona bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hatiye encamdan de, hêzên wan bi ser şaneyeke DAIŞê de girtine û şer derketiye.

Hate diyarkirin, di şer û pevçûnê de çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin, yekî xwe teqandiye û 5ê din jî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên operasyonê miqdarek çek û alavên leşkerî yên bi şaneyê re desteser kirine ku ev in: 6 kalaşnîkov û 413 gule û 23 cercûrên wan, 7 bombeyên destan, 5 rext û 5 bêtêl.