Bi operasyona HSD û Hevpeymaniyê saneya fînansekirina DAISê hat hilwesandin
PeyamaKurd - Fmandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi beşdarbûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyek li dijî şaneyeke DAIŞê li dar xist û şaneya ku ji bo fînansekirina rêxistina terorîst hevkarî dikir, hilweşand.
HSDê diyar kir, ''Yekîneyên taybet ên hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk, bi beşdabûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyeke ewlehiyê li bajarokê Holê yê li beramberî kampa Holê li dar xist. Di çalakiyê de kesên ku tên xwestin ên ku bi rêxistina DAIŞ a terorîst re hevkariyê dikin, hatin girtin.”
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku çalakî li beşa rojhilatê bajarokê Holê hatiye lidarxistin û di encamê de du kesên dihatin xwestin hatine desteserkirin ku her du kes di hêsankirina veguhestina pereyan ji bo şaneyên DAIŞ a terorîst de çalak bûn û girêdayî berpirsên refa yekemîn û duyemîn a rêxistina DAIŞê bûn.
Hat bibîrxistin ku operasyona wan li dijî jêderên fînansmana DAIŞê hatiye kirin û di mala her du endamên rêxistina DAIŞê û nivîsgeha wan de pere, alav û belgeyên bi wan re hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin