Bi operasyona HSD û Hevpeymaniyê plangerê êrîsên DAISê hate girtin

17 December 2023 12:59 0 dîtin
Bi operasyona HSD û Hevpeymaniyê plangerê êrîsên DAISê hate girtin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD bi daxuyaniyekê ragihand ku wan berpirsekî rêxistina terorîst DAIŞê desteser kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên taybet bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê operasyonek li dar xist. Di operasyonê de, serçeteyekî DAIŞê hate girtin. Serçeteyê hatiye girtin, bi navê Ebdulbasit El Hecî ye û yek ji plangerên êrîşan e.”

HSDê herwiha diyar kir ku gelek telefon û belge hatine desteserkirin û destnîşan kir, wê operasyonên wan yên li dijî DAIŞê dewam bikin û ew dê ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.