Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de emîrekî DAISê tevî gelek çekan hate desteserkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama operasyoneke hevbeş a hêzên Rojavayê Kurdisanê û Hevpeymaniya Navdewletî de emîrekî DAIŞê tevî gelek çekan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate desteserkirin.
Di daxuyaniya hêzên asayîşa hûndirîn a Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, "Hêzên me yên taybet di sibeha îro 22yê Tîrmehê de, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê emîrekî rêxistina çeteyên DAIŞê girt.”
Hate diyarkirin, hêzên Rojava bi piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî operasyoneke taybet li ser yek ji veşartgehên şaneyên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê pêk aniye û di encamê de emîrekî rêxistina DAIŞê hatiye girtin û gelek çekên ku di destê wî de bûn jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin