Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de serkirdeyekî DAISê hate girtin
PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya di bin serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê, li devera gundewarê Hesekê, li dijî DAIŞê operasyoneke hevbeş pêk anîn.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de payebilindekî DAIŞê hatiye girtin.
Hate ragihandin ku di operasyona hevpar a bi beşdariya Koalîsyona Navdewletî ya û yekîneyên Dijeterorê yên HSDê de, berpirsekî payebilind ê DAIŞê hatiye girtin.
Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, hêrişên komên girêdayî DAIŞê zêde bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin