Ji Hevpeymaniyê û HSDê li Dêrazorê operasyona hevbes a DAISê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyoneke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, li Dêrazorê çekdarekî DAIŞê hat kuştin û yek jî bi saxî hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser operasyona hevpar a hêzên wan û hêzên Hevpeymaniyê ku doh li rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye ragihand, operasyon li herêma El-Zur li dijî 2 çekdaran pêk hat ku ew çekdar çêkirina mayînan û xebatên leşkerkirina nava DAIŞê de dimeşandin û herwiha beşdarî êrîşên li dijî endamên hêzên HSDê yên leşkerî li gundewarên Dêrazorê bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hêzên me bi ser cihê her du çeteyan de girt, çeteyek hat girtin û çeteyê din jî reviya, piştre ji cihê ku lê xwe veşartibû gule li hêzên me reşandin. Di şer de ew çete hat kuştin. Hêzên taybet cih kontrol kir û çek û pêdiviyên li malên wan tevî belgeyên li gel wan, desteser kirin.”
Dawiyê jî hat diyarkirin ku xebatên HSDê yên ligel hevpeymaniyê dijî şaneyên terorîstên DAIŞê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin