Hêzên Hevpeymaniyê û HSDê, oprasyona hevbes li dar xist
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ve hatin ragihandin, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li gundekî Dêrezorê di operasyoneke hevbeş a 'balafirê' de endamekî payebilind ê IŞÎDê dîl girtiye.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî nîvê şevê bi çekên sivik pevçûn rû dane û piştî êrîşa asîmanî ya li dijî taxa El-Attal a herêma Şuheyl a ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê, li herêmê operasyona daketinê hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya SOHRê, leşkeran havêtine ser mala endamekî rêxistina terorê IŞÎDê, ew binçav kiriye û piştre vekişiyane qada petrolê ya El-Omer a li rojhilatê Dêrezorê.
Her wiha hat tekezkirin ku ew kesê girtî pêştir hatibû girtin û bi navbeynkariya eşîran hatibû berdan û wekî yek ji girîngtirîn kesayetiyên IŞÎDê yê li Dêrezorê tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin