Ji HSDê û Hevpeymaniyê daxuyaniya hevbes: Wê hevkariya nêzîk bidome

28 July 2020 20:29 0 dîtin
Ji HSDê û Hevpeymaniyê daxuyaniya hevbes: Wê hevkariya nêzîk bidome

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 28ê Tîrmehê li Rimêlan civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xist.

Berdevkê Hevpeymaniyê di civînê de eşkere kir, hêzên hevpeymaniyê ligel HSDê beşdarî operasyona tunekirina terorê bûne û got, ew dê hevkariya nêzîk a ligel HSDê di şerê dijî DAIŞê de berdewam bikin ku niha jî wan berê çalakiyên xwe dane herêmên rojavayê Dêrazorê.

Caggins pesnê rola HSDê di têkoşîna dijî DAIŞê de da û piştrast kir ku ew dê li dijî terorîstan bi ser bikevin û herwiha got, “Ji bo rê li ber tevgera terorîstên DAIŞê ya li ser sînoran bigirin, ew dê hewil bidin ewlehiya sînorên Iraq-Sûriyê dabîn bikin.”

Berdevkê Hevpeymaniyê herwiha da zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî li herêmên Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina baregehan bi gelek kompaniyan re dixebite û bi milyon dolaran veberhênan hatiye kirin.

Caggins got ku hevpeymanî herwiha ji bo projeyên avadankirina Hesekê û Dêrazorê jî alîkariyan dike û ew dixwazin di nav wan kompaniyên kar dikin de jî wekheviyek hebe.