Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya qadên petrolê yên di destê HSDê de

14 March 2021 21:57 0 dîtin
Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya qadên petrolê yên di destê HSDê de

PeyamKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto, derbarê qadên petrolê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de daxuyanî da.

Marotto li ser hesabên medya civakî ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî ji bo çavkanî û dahatên krîtîk nekevin destê rêxistina terorîst DAIŞê, ligel HSDê parastina qadên petrolê misoger kirine.

Marotto diyar kir ku ti mebesteke hevpeymaniyê ya alîkariya bo kompaniyên taybet di berhemanîna petrolê de nîne.

Heyva borî jî Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby bi daxuyaniyekê ragihandibû ku erka hêzên Amerîkayê nîne ku parastina kompaniyên petrolê li Rojavayê Kurdistanê bike.