Ji Berdevkê Hevpeymaniyê Wayne Marotto daxuyaniya DAISê!
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku hê jî rêxistina terorîst DAIŞ ji bo cîhanê gef e û bûye sedema tirsa civakên Iraq û Sûriyê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Wayne Marotto, bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, çekdarên DAIŞê hê jî li ser asayîşa herêmê gef in.
Wayne Marotto got, çekdarên DAIŞê êdî 110 hezar kîlometre çargoşe kontrol nakin û 8 milyon kes jî ne li ber destê wan in, lê belê hê jî bi dawî nebûye û îdeolojiya wan li ser cîhanê metirsî ye.
Marotto herwiha bibîr xist ku ew bawer nakin DAIŞ bikare li Iraqê derkeve û vegere asta xwe ya berê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin