Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsa ser Navenda Pistevaniya Dîplomasiyê li Bexdayê

06 June 2021 10:16 0 dîtin
Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsa ser Navenda Pistevaniya Dîplomasiyê li Bexdayê

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto ragihand ku êrîşeke moşekî li dijî Navenda Piştevaniya Dîplomasiyê ya Bexdayê hatiye kirin.

Marotto li ser medya civakî ragihand ku di êrîşa moşekî ya ser navendê de, ti ziyaneke canî û madî çênebûye.

Herwiha hat diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên asmanî yên li Baregeha Eyn el Esed a li Iraqê ketine amadebaşiyê û derbarê êrîşê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Marotto, herwiha di parvekirina xwe ya twitterê de gotiye ku êrîşên ser hevpeymaniyê saziyên dewletê yên Iraqê lawaz dikin û serweriya Iraqê jî dixin metirsiyê.