Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsa baregeha Tenefê: Dronek di nav baregehê de teqiya

15 August 2022 17:53 0 dîtin
Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsa baregeha Tenefê: Dronek di nav baregehê de teqiya

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li ser êrîşa îro 15ê Tebaxê ya bi dronan bi ser Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Tenef a dikeve sêgoşeya sînorê Sûriye, Urdin û Iraqê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye gotin, îro Duşemê danê sibehê bi hejmarek dronan êrîş li derdora baregeha Tenefê hatiye kirin, dronek hate xistin ya duyem jî di nav baregehê de teqiyaye ku ti ziyaneke canî bi xwe re neaniye.

Fermandarê Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan li ser êrîşê got: “Êrîşên bi vî rengî jiyana sivîlên Sûrî yên bêguneh dixe metirsiyê. Em ê tedbîrên guncaw ji bo parastina hêzên xwe bistînin.”

Baregeha leşkerî ya Tenefê, li sêgoşeya Sûriye, Iraq û Urdinê dimîne ku sala 2014an ji bo têkoşîna dijî DAIŞê hatiye avakirin û tê de çekdarên koma Mexawîr El-Sewra ya opozîsyona Sûriyê jî dimînin.

Beriya niha jî ew baregeh rastî êrîşên komên îranî hatibû ku ew kom nêzîkî gundê El-Alayaniyê ne û tenê bi 30 km dûrî baregehê ne.