Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa mosekî ya ser baregeha li Rojavayê Kurdistanê

04 January 2023 19:28 0 dîtin
Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa mosekî ya ser baregeha li Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd -  Fermandariya Hêzên Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro 4ê çileya 2023an li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de bi moşekan êrîşî binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser Twitterê hatiye belavkirin de li ser hurgiliyên êrîşê hat got, îro derdora demjimêr 09:00 sibê li gor dema Sûriyê, binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê bi 2 moşekan hatiye armanckirin.

CENTCOM diyar kir ku êrîş li ser binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Mîsyona Piştevaniyê ya li Konîko hatiye kirin û di encamê de ti ziyanên canî çênebûne û zirar negihîştiye binkeya hevpeymaniyê.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên HSD çûne cihê bûyerê û moşeka sêyem ku nehatiye avêtin jî dîtine.

Herwiha Berdevkê Hevpeymaniyê jî derbarê êrîşê de got: “Êrîşên bi vî rengî hêzên Hevpeymaniyê û sivîlan jî dixe metirsiyê û dê bandorê li wê aramî û ewlehiya li Sûriyê û herêm bike bi zehmetî hatiye bidestxistin.”