Daxuyaniya CENTCOMê li ser êrîsa li Bexdayê
PeyamaKurd – Daxuyaniya CENTCOMê ya derbarê êrîşa li Bexdayê de: Me fermandarê Heşda Şeibî kir hedef.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) berpirsyariya êrîşên li dijî wesayîteke li Bexdayê girt ser xwe û got, "Li hemberî êrîşên li dijî hêzên me yên li Bexdayê, me saet di 21.30 de êrîş li dar xist."
"Me fermandarekî Hîzbullahê ku hêzên me yên li herêmê hedef digirt û plana êrîşê dikir kir hedef." Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Amerîkayê wê gavên pêwîst ji bo parastina hêzên me bavêje."
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê kir ku "ew ê dudilî nemînin ji berpirsyariya her kesê ku gefê li ewlehiya hêzên Amerîkî dike."
Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand, haya wan ji raportên derbarê êrîşa li Bexdayê heye.
Şeva borî li taxa Meştel a li rojhilatê Bexdayê wesayîteke Heşda Şeibî bi balafireke bêmirov hat hedefgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin