Sûriye | Baregeha Amerîka ya herî mezin rastî êrîsa mosekî hat
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Sûriyê, baregeha Amerîka ya herî mezin li Sûriyê ku zeviya neftê ya El-Omer jî li xwe digire, rastî êrîşeke moşekî hatiye û dengê teqînan hatiye bihîstin.
Hatiye diyarkirin ku sedema teqînan moşekên ku li nêzîkî zeviya petrolê ketine ye ku baregeha Amerîka jî li wê herêmê ye.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku 3 moşekên Katyûşa li herêmê ketine û ti aliyekî jî berpirsiya wê li xwe negirtiye.
Ji aliyê Amerîkayê ve hîn daxuyaniyek li ser wê nûçeyê nehatiye dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav mehekê de 5 caran baregeha Amerîkayê rastî êrîşên komên milîs ên îranî hatiye ku hêzên hevpeymaniyê jî çend caran bersiva wan êrîşan dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin