Amerîkayê bi awayekî bêdeng baregeha herî mezin a li Afganistanê vala kir

06 July 2021 20:40 0 dîtin
Amerîkayê bi awayekî bêdeng baregeha herî mezin a li Afganistanê vala kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê bargeha asmanî ya Bagram a Afganistanê vala kirine û bi sedan wesayît û alavên xwe li pey xwe hiştine û vekişiyane.

Fermandarê nû yê bargeha Bagramê Asadullah Koxistanî ji Associated Press (AP) a Amerîkî re ragihandiye, hêzên Amerîkayê 2yê Tîrmehê bi dema herêmî li 03:00 bi awayekî bêdeng baregeh hiştine û çûne.

Koxistanî aniye ziman ku piştî 4 saetan ew pê hesiyane ku Amerîkayan baregeh vala kiriye û got, bi sedan otomobîlên xwe bê kilît û gelek alav û xurekên xwe bicih hiştine û çûne.

Fermandarê Afgan ji bo hebûna 20 salan a hêzên Amerîkî spasiya wan kiriye û gotiye, êdî divê pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin û welatê xwe bixin jêr ewlehiyê û bi destê xwe avadan bikin.