Li baregeha Beledê ya Amerîkayê ewlekarî derket asta herî bilind
PeyamaKurd- Li Iraqê li baregeha herî mezin ya Amerîkayê ku li bajarê Beledê ye, ewlekarî derxistin asta herî bilind. Ewlekarî bi sedema ku di 15 ê hezîranê de bi topên hawanan li baregehê dabûn, derxistin asta bilind. Rêvebirên Amerîkî ragihandin ku li baregeha hewayî xebat dewam dikin û rast nîne ku medya dibêje xebatkarên Amerîkî ji wê derê vedikişin.
Generalê di artêşa Iraqê de wezîfedare yê bi navê Felah Faris ragihand ku bi sedema gengeşeyên navbera Îran û Amerîkayê zêdetir dibin ev tedbîr hatine sitendin. Di nava tedbîran de ewlekarî derketiye asta bilind, der û dora baregehê tim tê çavdêrîkirin û bo şevê gelek qedexe hatine danîn. Faris go tku temamê tedbîran bi Amerîka re di nava hevkariyekê de tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin