Sûriye | Baregeha herî mezin a Amerîkayê rastî êrîseke mosekî hat
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi çend moşekan êrîşek li dijî kêlgeha petrolê ya El Omer a li Dêrezorê hatiye kirin.
SOHRê daye xuyakirin ku balafireke bêmirov 5 moşek avêtine ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li kêlgeha petrolê ya El Omerê ku baregeha herî mezin a Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Sûriyê ye.
Hêjayî gotinê ye, gelek carên din jî komên milîs ên Îranê êrîş biribûn ser kêlgeha Omer ku kêlgeha herî mezin a petrolê ya li Sûriyê ye û dikeve aliyê rojhilatê çemê Firatê û 10 kîlometre ji Dêrezorê dûr e.
Kelgeha petrolê ya Omer ji sala 2017an piştî têkdana DAIŞê ve di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin