Amerîka li Seddadê baregeha herî mezin ava dike

25 July 2020 19:05 0 dîtin
Amerîka li Seddadê baregeha herî mezin ava dike

PeyamaKurd- Li gor çavkaniyekî ku nexwestiye navê xwe bide an ku ji rêvebiriya Rojava, bo ajansa BasNewsê ragihandiye ku Amerîka dest bi avakirina baregehekî leşkerî ya stratejîk ya bejayî û hewayî ya herî mezin kiriye. Amerîka li deverê ji dewlemendên deverê ji Şêx Ali Hammad El Esad 50 donum erd kiriye û baregeha ku niha heye wê fireh dike, baregehekî mayînde ya bejayiyê û hewayî ava dike.

Çavkanî dibêje ku teknîsyen û pisporên Amerîkayê bi vinç û ekîpmanên sondajê hatine baregehê û dest bi xebata xwe kirine.

Çavkanî gotiye ku ev nîşana mayîna bo demekî dirêje bo Amerîkayiyan. Devera Şeddadê di navbera Dêrezorê û Hesîçayê de ciyekî stratejîkê. Herêma Şeddadê ji aliyê petrolê û xazê de erdnîgariyekî dewlemende. Ciyê baregehê ji aliyê Iraqê de heya sînorê Tirkiyê dikare mudaxeleyê her derê bike. Ew baregeh dikare ji sînorê Dêrezorê heya sînorê Iraqê, baregeha leşkerî ya Rimêlan û Buhira Sêmalka kontrol bike û her weha baregeha Hîmo û der û dora Qamîşlo kontrol bike.

Her baregeha ku Amerîkî ava kirine, dikarin jê yên dinan kontrol bikin û destekê bidin hev.