Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsan: Her êrîsa ser hevpeymaniyê hêzên Pêsmerge û Iraqê...

07 July 2021 16:09 0 dîtin
Ji Berdevkê Hevpeymaniyê daxuyaniya êrîsan: Her êrîsa ser hevpeymaniyê hêzên Pêsmerge û Iraqê...

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Wayne Marotto li ser êrîşa îro 7ê danê nîvro bi ser baregeha Eyn Esed a parêzgeha Enbar a Iraqê de ragihand ku baregeh bi 14 moşekan hatiye armanckirin.

Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got: “Îro 07.07.2021ê li demjimêr 12:30ê bi moşekan êrîş li ser hêzên Amerîkayê yên li binkeya leşkerî ya Eyn Esed pêk hatiye. Êrîş bi 14 moşekan pêk hatiye, ku li nav binkeyê û derdora wê ketine xwarê.”

Marotto li ser ziyanên êrîşê de diyar kir: “Ji ber êrîşa moşekî 2 personel bi sivikî birîndar bûne. Wê hurgiliyên din dema zanyarî hatin bên belavkirin.”

Wayne Marotto di parvekirinên xwe yên berdewamê de got, Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman ligel hev in û her êrîşeke dijî hevpeymanan artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge dixe xeterê.

Berdevkê Hevpeymaniyê destnîşan kir, her êrîşa ser hevpeymaniyê û Herêma Kurdistanê otorîteya saziyên Iraqê têk dide û serweriya wê binpê dike.

Baregeha leşkerî yê asmanî Eyn Esed baregeha herî mezin a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê û ye ku ev êrîş piştî êrîşa ser balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ya şeva borî pêk tê.

Şeva borî jî bi droneke bombebarkirî êrîşek li ser balefirgeha Hewlêrê hatibû kirin û ti ziyanên canî û madî çênebûbûn.