Ji Berdevkê Hevpeymaniyê yekem daxuyaniya êrîsa mosekî
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Wayne Marotto derbarê êrîşa moşekî ya bi ser baregeha Amerîka ya Eyn el Esedê de daxuyanî da.
Marotto li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, 10 moşek hatine avêtin û diyar kir ku hêzên ewlekariya Iraqê li ser êrîşê lêkolînê berdewam dikin.
Berdevkê Hevpeymaniyê got, “Baregeha Eyn el Esed ya malevaniya hêzên hevpeymaniyê dike bû armanca 10 moşekan. Êrîş li gorî dema Iraqê 3yê Adarê li demjimêr 07:20 pêk hat. Hêzên iraqî lêpirsînê berdewam dikin. Agahiyên zêdetir werin ber destê me emê parve bikin.”
Initial report: 10 IDF rockets targeted an Iraqi military base, Al Asad Airbase, hosting Coalition troops, on March 03, 2021 at approx 7:20 a.m. (Iraqi time). Iraqi SF are leading the response & investigation. Further information will be released as it becomes available.
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) March 3, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin