Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya baregeha Hewlêrê: Erka me neguherîye, alîkariya Pêsmerge didome

12 February 2021 16:47 0 dîtin
Ji Hevpeymaniyê daxuyaniya baregeha Hewlêrê: Erka me neguherîye, alîkariya Pêsmerge didome

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ragihand li ser nûçeyên medya erebî yên berfirehkirina baregeha li Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Medya Ereb îdia kiribû ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, Baregeha Serbazî ya Herîrê ya li Hewlêrê nû kiriye û mezin kiriye.

Maseya Çapemeniyê ya hevpeymaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê ragihand, “Mîsyona Yekîtiya Hêza Erka Hevpar - Operasyon Bibiryarî ya Xwezayî nehatiye guhertin. Hevpeymanî li heremê bingehên nû yên serbazî ava nake. Di avahiyên heyî de xebatên çêkirina rûtîn ên ji bo temîrkirin, parastin û başkirinên gelemperî hene.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevpeymanî ji bo jiholêrakirina DAÎŞê li Herema Kurdistanê, Iraqê û Suriyê bibiryar e û wiha hat gotin: “Hevpeymanî ji bo ku DAÎŞê têk bibe dê piştgiriya wê ji bo hevkarên wê berdewam be. Hevpeymanî li Hewlêrê ji bo ku şêwirmend rasterast têkilî û hevahengiya hêzên Pêşmerge bikin navendek hate damezrandin. Wekî din, bi rêya Fona Hînkirin û Alavê (CTEF) ji bo ku şiyanên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê pêş bixe piştgirya amûr û darayî dide.”

Hevpeymaniyê di derbarê alikariya Pûşmergeyan hêzên ewlehiya Iraqê de jî got: “Di Cotmeha 2020an de bi bihayê 4 milyon dolar, di Mijdara 2020an de jî 6 milyon dolar alab û amûrên serbazî bexş kirine.Di Berfenbara 2020an de ji 40î zêde otomobîlên serbazî teslîmî pêşergeyan kirine. Hêzên Hevpeymanî ji 2015an vir de 850 milyon dolar alîkariya Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê kirine.”