Daxuyaniya Hewlêrê li ser hinartina petrolê
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, tevî lihevkirinan jî, destpêşxeriyên ku li ser petrol û budçeyê hatine destpêkirin, zerer daye hemû Iraqê, pirsgirêkan kûrtir kiriye û li şûna ku qeyran çareser bike, alozî zêdetir kiriye.
Di daxuyaniyekê de li ser navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku piştî gotûbêj û hewlên demdirêj li Parlamentoya Iraqê ya Federal ji bo dengdana li ser yasaya budçeya giştî û ji nû ve destpêkirina şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê, dengdana dawî li ser proje yasaya budçeyê nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bêyî ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şêwirkirin û ji aliyê Encumena Wezîran ve were pejirandin, pêşniyarek ji aliyê nûnerê hikûmeta federal ve hatiye kirin û rasterast pêşkêşî Parlamentoya Iraqê hatiye kirin.
Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin ku ev pêşniyar jî berovajî biryara berê ya Encûmena Wezîran a federal a derbarê sererastkirina proje yasaya budçeyê de ye ku tê de dîsa şandina petrolê bo Herêma Kurdistanê tê şandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hewldanên bi vî rengî li şûna çareseriyê, zerarê dide hemû Iraqê, pirsgirêkan kûrtir dike û krîzê zêdetir dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew bi tundî li dijî pêşniyar û destpêşxeriyên wiha ne û red dikin.
Herwiha hikûmetê daxwaz kir ku pêşnûmeya budçeya lihevkirî bi dengdana parlamentoyê were pesendkirin.
Çi qewimîbû?
Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe El-Sudanî pêşniyarek nû pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir û tê de pêwîst e dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî were şandin.
Di pêşnûmeya navborî de guhertinên madeyên yasaya budçeya giştî ya şandina neftê bo Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî vê yekê, divê Herêma Kurdistanê hemû dahatên firotina neft, gaz û çavkaniyên xwezayî yên navxweyî û navdewletî bi temamî radestî xezîneya federal bike.
Pêşniyar dengdana dawî li ser proje yasaya budçeyê aloz kir, ku xwendina xwe ya yekem û duyemîn temam kir. Dengdana ku ji bo 21ê Çileya 2025an hatibû plankirin, di deqîqeya dawî de hat paşxistin.
Zextên siyasî yên li ser Sûdanî
Endamê Lijneya Aborî ya Parlamentoya Iraqê Soran Omer jî diyar kir ku Serokwezîr Sûdanî di bin zexta aliyên siyasî de ev pêşniyara aniye ziman. Diyar kir ku ev rewş nakokiyan bi taybetî di navbera komên Şîe de kûrtir dike û derbaskirina proje yasaya budçeyê zehmet dike.
Soran Omer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşveçûnên bi vî rengî ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo tevahiya Iraqê zirarê dibînin. Çareserkirina pirsgirêkan paş dixe û dibe sedema qeyranên zêdetir. Ev gavên hikûmetê wê aloziyên siyasî zêdetir bikin."
Naveroka pêşniyara nakokî
Di pêşnûmeyê de hatiye diyarkirin ku dahata Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî were şandin û dahat jî li gorî yasayên ku li navçeyên din ên Iraqê tên sepandin bên hesabkirin. Di pêşnûmeyê de ev gotinên jêrîn hene:
“Li ser bingeha yasaya birêvebirina darayî ya hejmar 6 a sala 2019ê, dahata Herêma Kurdistanê ji petrol û gazê bi temamî ji xezîneya federal re were şandin û bi awayekî adil hesab were kirin.”
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer diyar kir ku ev pêşniyar bi awayekî cidî Herêma Kurdistanê sînordar dike û derbaskirina dahatê ji bo hikûmeta navendî wê serxwebûna darayî ya Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin