Daxuyaniya Wezîrê Petrolê yê Iraqê li ser hinartina petrolê
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî ragihand, hewlên ligel Tirkiyê ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê berdewam in.
Wezîrê Iraqî di daxuyaniya xwe de eşkere kir, beriya Cejna Qurbanê li gel şanda teknîkî ya Tirkiyê civînek ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê hatiye gotûbêjkirin.
Wezîrê Petrolê Ebdulganî diyar kir, wan lez dane pêngavên zêdekirina rêjeya hinardekirina petrola bendera başûr ji bo qerebûkirina ziyanên ku ji ber rawestandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê derketiye û diyar kir, di gava yekem de wan kariye di meha borî de rojane 50 hezar bermîl bi rêya bendera başûr hinarde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin