Bi dronan îro 3 êrisî li baregeha hêzên hevpeymaniyê ya li Hewlêrê hatin kirin
Peyamakurd : Dijîterora Kurdistanê ragihand ku di du demên cuda de bi 3 dronan êrişî baregeha leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniyê Navdewletî ya li Hewlêrê hatiye kirin.
Dijîterora Kurdistanê derbarê êrişê de li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û got:
“Îro danê sibehê du dronên bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirin û ew li esman hatin teqandin.”
Herwiha Dijîterora Kurdistanê da zanîn, “Di êrîşeke din a li ser heman cihî de droneke neteqiyayî ket xwarê.”
Li aliyê din li gorî malpera fermî ya Balafirgeha Hewlêrê, geşta ku dê ji Qahîreyê bihata Hewlêrê hatiye paşxististin û geşta ji Dohayê jî hatiye betalkirin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat ragihandin ku niha geştên balafiran vegeriyane rewşa asayî û geştên ku hatibûn betalkirin dê dîsa dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin