Hêzên hevpeymaniyê yên ji baregeha Tacî vekisiyan derbasî Eyn Esedê bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê piştî ji baregeha Tacî ya li Iraqê vekişiyan, berê xwe dane baregeha Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê.
Hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî îro 23yê Tebaxê bi fermî piştî rêkeftina ligel Bexdayê, baregeha leşkerî ya Tacî ku dikeve bakurê Bexdayê radestî hêzên Iraqî kir û ji wir vekişiyan.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqî li ser mijarê ragihandiye ku hêzên ji baregeha Tacî vekişiyane, li baregeha Eyn Esed bi cih dibin, heta dema bi temamî ji Iraqê vedikişin û ti demeke destnîşankirî ji bo vekişandina wan ji wê binkeyê nehatiye diyarkirin.
Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê da xuyakirin, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî nikarin li cihên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bimînin.
Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins jî got, “Me 8 binke radestî hêzên Iraqî kirin, em naxwazin li cihên ji destê DAIŞê rizgar bûne bimînin.”
Myles Caggins herwiha diyar kiriye ku di rûbirûbûna DAIŞê de, baweriya wan bi artêşa Iraqê û Pêşmerge heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin