Hêzên Amerîkî ji baregeha herî mezin a Rojava vekisiyan
PeyamaKurd - Hevpeymana Navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji baregeha Sirîn a başûrê Kobaniyê ku wekî baregeha herî mezin a li Rojavayê Kurdistanê bû vekişiya.
Hat ragihandin ku Hevpeyamana Navdewletî nêzîkî 120 wesayîtên serbazî û zirêpoşên xwe ji baregeha Sirîn a başûrê Kobaniyê vekişandin û karwana hêzên Amerîkî bi rê ya M4 ber deverên din ên Rojavaya Kurdistanê ve vekişiyan.
Herwiha hat diyarkirin ku piştî vekişînê teqînên mezin li wê baregeha hatiye valakirin çêbûne ku tê ragihand, hêzên hevpeymaniyê baregeha valakirî teqandine daku neyê bikaranîn.
Beriya niha karwaneke leşkerî ya ji barhilgiran pêk dihat bi ser rêya M4 de derbasî wê herêmê bibû, lê nehatibû zanîn bê hêza Amerîkî bicih dibe yan vedikişe ji herêma dorûbera Kobaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin