Dêrazor | Baregeha HSDê û hêzên Amerîkî rastî êrîsa dronan hat
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro 7 Tîrmehê Çarşemê êrîşeke bi dronan li ser hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bîrên neftê yên Heqil El-Umer ên li Dêrezorê hatiye kirin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê tiwitterê belav kir, li gorî raporên destpêkê, êrîş hatiye têkbirin û di êrîşan de ti zirar çênebûne.
Ferhad Şamî gotiye: “Tam di demjimêr 10:15 de bi dema Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên me yên pispor di şerê li dijî DAIŞê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li navçeya Heqil El-Umer li Dêrezorê rûbirûyê êrîşên dijminane yên balafirên bê bêmirov bûn. Raportên destpêkê tekez dikin êrîş hatine têkbirin û ti zirarek çênebûye. Eger hûrgiliyên zêdetir hatin, em ê belav bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin