Milîsên Îranî li rojhilatê Dêrazorê li hember hêzên HSDê radar danîn!

02 August 2021 15:25 0 dîtin
Milîsên Îranî li rojhilatê Dêrazorê li hember hêzên HSDê radar danîn!

PeyamaKurd – Milîsên îranî yên girêdayî Sûpaya Pasdarên Îranê ku li Sûriyê piştevaniya rejîma Sûriyê dikin, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê sîstema radarê danîn daku firînan bişopînin.

SOHRê ragihandiye ku milîsên girêdayî Îranê li bajarê El Meyadîn ê hêrema Dêrazorê ji bo li cihên kombûna milîsan firînên asmanî tespît bikin, roja Yekşemê sîstema radarê danîn.

Herwiha hat diyarkirin ku pisporên leşkerî yên Îranê jî sazkirina radarê û bikaranîna wê kontrol kirin.

Hêjayî gotinê ye, ew herêma milîsan a ku radar hatiye danîn li hemberî qadên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hevpeymaniya navdewletî de dimîne û cihekî stratejîk e.

Du hefte berê jî milîsên îranî bi taybet piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê û êrîşên ser komên Heşda Şeibî ji aliyê Amerîkayê ve hin xalên xwe yên leşkerî li bajarê El Meyadînê vala kiribûn.