Milîsên Îranê li Dêrazorê êrîsî du baregehên Amerîkî kir
PeyamaKurd – Koma bi navê Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê ku milîsên bi ser Îranê ve ne, ragihand, wan êrişî du baregehên Amerîkayê yên li Dêrazorê kiriye.
Di daxuyaniya îro 17ê Kanûnê hatiye belavkirin de hatiye gotin, wan bi sedema piştevaniya Amerîka ya Îsraîlê, bi dronan êrîşî hêzên Amerîkayê yên li zeviyên Koniko û El-Omer yên Sûriyê kirine.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî eşkere kir, milîsên bi ser Îranê ve baregeha Amerîkî ya li zeviya petrolê ya Konîko li Dêrazorê kiriye armanc û dengê teqînan hatiye bihîstin. Hate diyarkirin ku ti ziyaneke canî çênebûye.
SOHRê daye zanîn, bi êrîşa ser baregehê re, helîkoptereke Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo çavdêriya rewşê, li asmanê deverê firiyaye.
Hêjayî gotinê, piştî şerê Îsraîl-Hemasê li Iraq û Sûriyê êrîşên ser baregehên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî zêde bûne û li gorî ragihandina Pentagonê, tenê di meha Cotmehê de 89 êrîş li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin