Milîsên Îranê êrîsî qada gazê ya Konîko kir
PeyamaKurd – Komên milîsên çekdar ên girêdayî Îranê, li herêma Dêrazor a Sûriyê, bi moşekan êrîş birin ser qada gazê ya Konîko ku baregeha hêzên Amerîka jî li wir e û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, du moşekên ji aliyê komên Îranî ve hatine avêtin, li nêzî qada gazê ya Konîko ku dikeve herêma Dêrazorê ketine.
SOHRê daye xuyakirin ku bi ketina wan herdu moşekan re dengekî bilind ê teqînê hatiye bihîstin û derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine wergirtin.
Li aliyê din SOHRê diyar kiriye ku ji 19ê Cotmehê ve 60 êrîşên komên Îranî li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriyê hatine encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin