Milîsên Îranê êrîsî qada gazê ya Konîko kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şeva borî milîsên Îranê yên li Sûriyê, herî kêm bi fuzeyekê êrîşî ser qada gazê ya Konîko ku hêzên amerîkî jî li wir in, kir.
Hatiye diyarkirin ku ev demek bû êrîşên milîsan bi ser baregehên amerîkî de rawestiyabûn, lê piştî êrîşa Îsraîlê ya ser konsulxaneya Îranê ku fermandarên pilebilind ên Îranê hatin kuştin, ji nû ve dest pê kirin.
SOHRê ragihandiye ku êrîş bi ser qada gazê ya Konîkoyê de ku baregeha Amerîka li wir e hatiye kirin û li derdora baregehê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku du dronên kamîkaze jî hatine têkbirin.
SOHRê eşkere kiriye, ji 19ê Cotmeha 2023yan ve 124 êrîşên milîsên Îranê yên bi ser hêzên hevpeymaniya navdewletî de li Sûriyê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin