Ji Berdevkê Pentagonê daxuyaniya êrîsa Silêmaniyê

09 April 2023 09:29 0 dîtin
Ji Berdevkê Pentagonê daxuyaniya êrîsa Silêmaniyê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Phil Ventura, li ser êrîşa ser balafirgeha Silêmaniyê ku karwana Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û hejmarek leşkerên Amerîkî kiribû armanc daxuyanî da.

Phil Vntura da xuyakirin ku wan piştrast kiriye ku êrîş li ser karwana leşkerên amerîkî jî tê de bûn hatiye kirin, lê ti ziyaneke canî çênebûye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

“Em ê piştevaniya şirîkên xwe yên herêmî dewam bikin’

ABD güçlerinin güvenliği ve sağlığını tehdit eden her türlü saldırıya “şiddetle karşı olduklarını” kaydeden Ventura, “ABD güçlerinin IŞİD'in Irak ve Suriye'de kalıcı yenilgiye uğratılmasında yerel ortaklarımızı desteklemeye devam edeceğini vurguluyorum” dedi.

Ventura diyar kir ku ew bi tundî li dijî her êrîşeke ku hêzên amerîkî û tenduristiya wan dixin xeterê ne û got: “Ez piştrast dikim ku wê hêzên amerîkî piştevaniya şirîkên me yên herêmê yên li Sûriye û Iraqê DAIŞ têk birîne dewam bikin.”

Herwiha Berdevkê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino jî di beyanata xwe ya bo rojnameya Wall Street Journalê de, êrîşa Silêmaniyê piştrast kiribû û gotibû, personelên leşkerî yên amerîkî jî hebûn û ti ziyaneke canî çênebûye.

Li aliyê din Berdevkê HSDê Ferhat Şamî jî li ser êrîşa êvara roja Înê piştî redkirinê, şevê din ragihand ku Mezlûm Ebdî dema êrîşê li Silêmaniyê bû û heta gihîştiye cihekî ewle wan nexwestiye eşkere bikin.