Ji Pentagonê daxuyaniya êrîsa ser Hesda Seibî: Emê destûrê nedin ti komek gefê li hêzên me bike!
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder, li ser êrîşên li Iraq û Sûriyê bi ser hêzên Amerîkî de û êrîşa Amerîka ya ser baregeha Heşda Şeibî daxuyanî da.
Ryder di civîna rojnamevanî de ragihand, ew dê destûrê nedin ji aliyê ti komeke çekdar ve gef li hêzên wan bê kirin û ji bo parastina hêzên xwe ew ê bi berdewam tedbîran bistînin.
Berdevkê Pentagonê got ku Amerîkayê bi êrîşa ser baregeha Tevgera Nuceyba ya girêdayî Heşda Şeibî, li Bexdayê bersiva êrîşên ser hêzên Amerîkî daye û di êrîşê de ti welatiyekî Iraqî nehatiye kuştin.
Herwiha Ryder diyar kir, ew ê tevî ku destûrê nedin ti komekê gefê li hêzên wan bike, herwiha naxwazin bi Îranê re jî rasterast rûbirûyî hev bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin