Pentagonê êrîsa dijî Hizbûllah û Hesda Seibî li xwe girt…
PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) berpirsiyariya êrîşe ser baregeha Hizbullaha Iraqê û Heşda Şeibî girt ser xwe û ragihand ku wan pênc baregehên Hizbûllaha Iraqê li Iraq û Sûriyê bombardiman kirine ku 3 ji wan baregehan li Iraqê ne 2 jî di nav erda Sûriyê de ne.
Pentagonê herwiha da zanîn ku ev bombardiman bersiva bo wê bombardimana çekdarên Hizbûllaha Iraqê ya ser bingehên Hevpeymanîya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye.
Îro Yekşemê balafirên Amerîkayê baregeha Lîwaya 45an a Heşda Şeibî ku ligel Hizbûllaha Iraqê dimîne, li Qayîm a sînorê Sûriyê bombardiman kir ku ew baregeha sereke ya Ketîbeyên Hizbûllaha Iraqê ye.
Herwiha Heşda Şeibî jî ji ber egera bombardimanê ketibû amadebaşiyê û hişyarî dabû hemû çekdarên xwe yên li baregehên Iraqê.
Balafirên Amerîkayê baregeha Hizbûllah û Heşda Şeibî bombardiman kir

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin