Iraq | Êrîsî Hesda Seibî kirin! Daxuyaniya yekem ji Dewletên Yekbûyî!
PeyamaKurd – Li parêzgeha Babilê ya Iraqê, li dijî navenda Heşdî Şeibî ya ku ji milîsên şîe pêk tê, êrîşeke hewayî hat kirin.
Heşda Şeibî ragihand ku wan derbarê êrîşê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) nûçeyên ku dibêjin wan li Iraqê êrîşên esmanî pêk anîne derewand.
Navenda Ragihandinê ya Heşda Şeibî Babil li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji aliyê DYAyê ve li Baregeha Kalso ya leşkerî ya Babîlê li dijî Midûriyeta Kalkan, Seraya El Cîhad û Nûhbayê êrîşeke hewayî ya dijminane hat kirin."
Daxuyaniya Dewletên Yekbûyî
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê hat dayîn de wiha hat gotin: "Hin nûçe hene ku dibêjin Amerîka îro li Iraqê operasyonên hewayî pêk aniye. Ev nûçe ne rast in. Amerîka îro li Iraqê ti êrîşa hewayî pêk neaniye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin