Iraq | Hesda Seibî bi fermî daxwaza betalkirina hilbijartinan kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên Heşda Şeibî bi fermî daxwaza betalkirina hilbijartinên giştî yên Iraqê kirine.
Berdevkê bizava hiqûqê ya girêdayî Esayîb Ehlê Heq ya Iraqê Mehmûd Rubeyî daye xuyakirin ku tifaqa Fetih ya bi serokatiya Hadî Amirî ya nûnertiya Heşda Şeibî dike, bi fermî daxwaz ji dadgeha federal ya Iraqê kiriye hilbijartinên giştî yên Iraqê betal bike.
Hat diyarkirin, tifaqa Fetih di wê baweriyê de ye saxtekariyên mezin di hilbijartinan de hatine kirin loma divê hilbijartin bên betalkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê de, tifaqa Fetih tenê 16 kursî bi dest xistibûn û ji ber wê jî encamên hilbijartinan bi temamî red kiribû. Herwiha xwepêşandan û alozî derxistibûn li gelek bajarên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin