Serkirdeyekî di Hesda Seibî de daxwaza vegera çalakvanên Iraqî ji Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Serkirdeyê di Heşda Şeibî de Hadî Amêrî, di kanalake Iraqî de axivî û daxwaza peydakirina jîngeheke guncaw ji bo vegera çalakvanên berê xwe dane Herêma Kurdistanê dike.
Serkirdeyê di Heşda Şeibî de û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amêrî di kanalê de diyar kir, divê jîngeheke guncaw were amadekirin, ji bo çalakvanên ku ji tirsa revandin û kuştinê reviyane Herêma Kurdistanê, vegerin cih û warên xwe.
Herwiha Amêrî daxwaza parastina canê çalakvan û xwepêşanderan kir û got: “Xwepêşandanên aştiyane, mafekî destûrî ye.”
Ji dema destpêkirina xwepêşandan li parêzgehên Iraqê di meha Cotmeha 2019an ve, zêdetir ji 70 çalakvanan rastî kuştin û hewlên kuştinê ji aliyê mîlîşyayan ve hatin û bi dehan çalakvan jî ji bo demekê hatin revandin.
Di heyama du salên borî de, bi dehan çalakvanên Bexda, Besra û parêzgehên din ên Iraqê ji tirsa revandin û kuştinê, berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin