Berî salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê 2 lîwayên Hesda Seibî hatin sînorê Kerkûkê
PeyamaKurd – Beriya sêyemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî hatibûn dagirkirin, du lîwayên milîsên Heşdî Şeibî yên nêzîkî Îranê gihîştin sînorê Kerkûkê.
Berpirsê lijneya navçeya Dibizê yê PDKê Cewad Mihemed ji medya Kurdistanê re ragihand ku wan agahiyên bi hûrgilî bidest xistine ku ji ber nêzîkbûna salvegera xiyanet û bûyerên 16ê Cotmehê îro 12ê Cotmehê du lîwayên Heşdî Şeibî ji sînorê Kerkûkê re hatine şandin.
Cewad Mihemed bal kişandiye ser ku her çend ew du lîwa bi behaneya piştevaniya hêzên ewlehiyê hatine herêmê jî, lê belê ji xwe hêzeke zêde ya milîsan û hêzên Iraqê li navçeyê hene.
Berpirsê PDKê got: “Guman heye ew hêz bi sedema nêzîkbûna salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê hatibin herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin