Rapora Îstixbarata Îsraîlê: Îran û Hemas berî êrîsa 7ê Cotmehê 4 caran civiyan!

30 October 2023 21:20 0 dîtin
Rapora Îstixbarata Îsraîlê: Îran û Hemas berî êrîsa 7ê Cotmehê 4 caran civiyan!

PeyamaKurd – Saziyeke îstixbarî ya Îsraîlê di encama lêkolînên xwe de derxistiye holê ku Îran û Tevgera Hemasê beriya êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê li ser sivîlên îsraîlê, gelek caran civiyane û pêwendiyên telefonî pêk anîne.

Li gor rapora Navenda komkirina zanyariyên îstixbarat û terorê (ITIC) ya Îsraîlê, destê Îranê di êrîşa 7ê cotmehê ya çekdarên Hemasê de heye û hatiye diyarkirin, berpirsên payebilind ên Îran û rêveberên Hemasê di sala 2023yan de berî êrîşa 7ê cotmehê herî kêm 4 caran civiyane.

Rojnameya Orşelîm Post a Îsraîlê li ser raporê daye xuyakirin: ‘’Derveyî wê jî berpirsên payebilind ên Îranê û fermandarên Xeze yên Hemasê îsal herî kêm 4 caran bi rêya telefonê ve jî axivîne.”

Berpirsên Îsraîlê ragihandine: ‘’Herçend Tehranê fermana eşkere ya ji bo vê êrîşa 7ê cotmehê nedabe jî, lê Hemas di operasyoneke wiha aloz de bê alîkariya darayî ya Îran û hevkariya lojîstîkî û dabînkirina çek û rahênanê nedikarî serkeftî be.’’

Di raportê de hatiye gotin: ‘’Piştî bûyera 7ê cotmehê ya ser Îsraîlê, Îsraîl jî şerekî li dijî hemû welat û grubên ku bi navê ‘’Eniya Berevaniyê (Muqaweme)’’ têne naskirin a bi serokatiya Îranê, bi taybet jî Hemas û Hizbullahê birêve dibe.’’

Li gorî raporê her çiqas Hemas tevgereke mezheb Sunne ye û ne Şîe ye jî, lê xalên hevbeş di navbera Hemas û Îranê de hene ji bo jinavbirina Îsraîlê ku ev jî tê wê wateyê Îran, Hemasê ji bo gihîştina armancên xwe yên li herêmê bikar tîne.