Rapora Îstixbarata Swêd: Îran hewl dide teknolojiya nukleerî bidize

02 May 2021 20:04 0 dîtin
Rapora Îstixbarata Swêd: Îran hewl dide teknolojiya nukleerî bidize

PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Swêd di rapora xwe ya 2020an de dibêje, hikûmeta Îranê hewl dide teknolojîya pêşketî ya Swêd ji bo xebatên çekên nukleerî bidize û ji bo wê jî pereyekî zêde terxan kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Postê di raporê de hatiye gotin, Îran bi xebatên sixûriyê hewil dide teknolojiya pêşketî ya nukleerî ya Swêd bo çekên nukleerî bidize û ji bo wê jî pereyekî zêde xerc dike.

Di raporê de tê gotin ku divê lêkolîn li ser wan xebatên Îranê yên neyasayî bê kirin û ketina destê Îranê ya kelûpelên di çekên nukleerî de bên bikaranîn were astengkirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha Îstixbarata Almanyayê jî di rapora xwe de bal kişandibû ser xebatên Îranê yên nukleerî ku li Ewropayê dimeşîne.