Îstixbarata Amerîka: Rûsya hewl dide balafirên ser bifirose Îranê

26 December 2022 21:27 0 dîtin
Îstixbarata Amerîka: Rûsya hewl dide balafirên ser bifirose Îranê

PeyamaKurd – Li gorî medya Îsraîlê ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê, Rûsya hewl dide balafirên şer ên Su-24 û Sû-35 bifiroşe Îranê.

Li gorî îdiayê beriya niha Amerîkayê firotina balafirên rûsî bo welatê Misirê dabû rawestandin, lê niha jî Rûsya plana firotina balafirên şer bo Îranê dike.

Hatiye îdiakirin ku Rûsya wan balafirên ku nekariye bifiroşe Misirê dixwaze bifiroşe Îranê.

Li aliyê din Îran jî ji destpêka şerê Ukraynayê ve dronan dide Rûsyayê ku heta niha zêdetirî 1700 êrîş bi wan li dijî Ukraynayê hatine kirin û niha plan dike 300 dronên din ên êrîşê bide Rûsyayê.

Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber dayîna dronên Îranê bo Rûsyayê, dorpêç li ser Îranê sepandibûn.