Kerkûk- Di ser xiyaneta 16ê Cotmehê re 7 sal derbas bûn
PeyamaKurd – Herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku Pêşmerge ji bo wan bi canê xwe ji destê DAIŞê rizgar kirin, di encama xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê de ji dest dan. Ji %51ê xaka Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin.
Bi rêkeftina komeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel milîsên Iraqê êrişî navçeyên Kurdistanê kirin. Piraniya axa Kurdistanê bi taybet bajarên Kerkûk, Xurmatû û Xaneqîn ji aliyê milîsan ve bi piştevaniya hêzeke derve hatiye dagîrkirin.
Wê rojê bi sedan kes şehîd û birîndar bûn. Zêdeyî 200 hezar welatiyên sivîl koçberî Herêma Kurdistanê bûne û heta niha jî piraniya wan nekariye vegerin malên xwe. Herwiha gelek malên welatiyên Kurd hatin şewitandin û hilweşandin. Li gorî lêkolînan di 16ê Cotmehê û rojên pê de 88 xanî hatin wêrankirin, zêdeyî 300 xanî şewitîn û nêzî hezar û 500 xanî jî hatin talankirin. Li herêmê 2 bazar jî piştî ku hatin talankirin hatin şewitandin.
Li gelek deveran bi taybetî li Kerkûkê ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatin talankirin û şewitandin.
Lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi berevaniyeke destanî li hember êrişa çekdarên Heşda Şeibî li Pirdê û Sihêla di 20ê Cotmeha 2017ê de tomar kir û êrişên li ser Herêma Kurdistanê rawestand.
Alîkarê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî 2 roj piştî bûyeran di daxuyaniya xwe de got, “Berpirsiyariya karesata Kerkûk û Xurmatûyê zîhniyeta paşverû ya nava YNKê ye.”
Di navbera serokên partiyan de ferq û cudahî hebûn, kesên ku xiyanet kirin îdia dikirin ku tiştekî bi dest xistine û yên ku qîmetê didin ruhê welatparêziyê jî li dijî vê sextekariyê daxuyanî didin.
Parêzgarê Kerkûkê yê xiyanet lê hat kirin û nemir Necmeddîn Kerîm derbarê bûyerên 16ê Cotmehê de got, 16ê Cotmehê xiyanetek e ku xelkê Kerkûkê di destê dagirkeran de hişt. Yên ku di 16ê Cotmehê de xiyanet kirin, nikarin lekeya reş a li ser rûyê xwe ji holê rakin. Xelkê Kerkûkê careke din nikarin baweriya xwe bi wan bînin. Wan weke bêrûmet û xayin bi nav dikin.”
Derbarê beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parêzgehan de jî, Necmedîn Kerîm got, ez bergiriyê nadim PDKê ji ber ku PDK pêwîstiya wê bi berevaniya min nîne û dikare xwe biparêze. Sedema ku PDKê vê helwestê nîşan dide ew e ku piştrast e niha li Kerkûkê desthilata Kurdan nîne.
Piştî salek bi ser xiyanetê re derbas bû, Mele Bextiyar di daxuyaniya xwe de wiha got: “Çanda me ne çanda nirxandin û rexnekirinê ye, kultura hev êşandin û gunehbarkirin e. Divê em van xeletî û karesatên wek 16ê Cotmehê berdewam nekin.”
Endamê berê yê Encûmena Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdullah di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan tekez kir, ku nîvê Kurdistanê ji ber bûyerên 16ê cotmehê ji dest çû, ku ji bilî êrîş û zextên hikûmetên berê ne tiştekî din bû.
Fermandarê Lîwaya 70 ya Pêşmerge ya serdema Mele Bextiyar û yek ji berpirsên bilind ên YNKê Cafer Şêx Mistefa jî diyar kir ku di nava YNKê de komeke ku bi hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî re di nava pêwendiyê de ye heye, vê komê Kerkûk, Hewlêr û Duhok jî radest kir.
Mistefa gotibû ku tîma YNKê ya navborî dixwaze Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bîne Silêmaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin