Pistî 3 salên Xiyaneta 16ê Cotmehê Kurdên Kerkûkê rûbirûyî bîlançoyeke giran bûn

16 October 2020 19:00 0 dîtin
Pistî 3 salên Xiyaneta 16ê Cotmehê Kurdên Kerkûkê rûbirûyî bîlançoyeke giran bûn

PeyamaKurd - 16ê Cotmeha 2017an bi hevkariya koma xiyanetkar Kerkûk û deverên Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve hatin dagirkirin ku hîn jî proseya erebkirinê li wan deveran bi tundî berdewam dike. Piştî sê salên xiyanetê bîlançoyeke giran derketiye holê ku bi kiryarên cuda proseya erebkirinê bi tundî tê domandin.

Li gorî belgeyan di nav 3 salên dagirkirina Kerkûkê de kiryarên li dijî Kurdan pêk hatine wiha ne:

  • Di 3 salan de 25 hezar malbatên Erebên hawirde anîn Kerkûkê.
  • Ji 53 hezaran zêdetir hemwelatiyên kurd ji ber gefên artêşa Iraq û Haşdî Şabî ji Kerkûkê barkirin.
  • Ji ber leşkerkêşiya Iraqê 28 Pêşmerge şehîd bûn. Li gor destûrê Pêşmerge beşeke ji sîstema parastina Iraqê.
  • 283 hemwelatiyên sivîl bi destê Haşdî Şabî û hêzên din ên Iraqê hatin kuştin. 453 sivîl jî birîndar bûn.
  • Bi nemana Pêşmerge û hêzên asayîşê re bûyerên xirab ên li Kerkûkê zêde bûne. Komên terorîst bi dilê xwe tevdigerin. Di 3 salan de 4887 bûyerên xirab hatine tomarkirin.
  • 3 hezar malên hemwelatiyên kurd hatin talanlkirin.
  • 120 kurdên di rêveberiya Kerkûkê de hatin dûrxistin. Ereb û tirkmen li cihên wan danîn.
  • Malên 200 kurdan hatine şewitandin.
  • Ofîsên 5 dezgehên medyayê li hatin şewitandin.
  • 50 navend û avahiyên partiyên Kurdistanî hatin talan kirin.