Li Urmiyê girtiyek pistî 15 salên girtîgehê hate îdamkirin

25 July 2024 19:03 0 dîtin
Li Urmiyê girtiyek pistî 15 salên girtîgehê hate îdamkirin

PeyamaKurd – Li Îranê girtiyekî ku bi tohmeta endamtiya komên selefî yên olî li dadgehê sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate bidarvekirin.

Hate ragihandin ku girtiyê bi navê Kamran Şêxe, yê ji bajarê Mihabadê ku ji aliyê dadgehê ve sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, piştî 15 salên li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate bidarvekirin.

Kamran Şêxe tevî Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Qasim Abiste, Dawûd Ebdullahî, Xusro Bişaret û Eyûb Kerîmî ji aliyê hêzên îtilaata Îranê ve hatibûn binçavkirin û piştre derheqê pêwendîya wî bi kuştina Ebdulrehîm Tîna ê xelkê gundê Licê ya bajarê Mihabadê heye, bi tohmetên; encamdana karên li dijî ewlehiya netewî, teblîxat li dijî nizam, endametîya komên selefî sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Hate zanîn Kameran Şêxe dawî kesê vê dosyê bû ku hate bidarvekirin û roja derbasbûyî piştî hevdîtina malbata xwe ew xistibûn odeya takekesî û sibeha îro jî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate bidarvekirin.