Girtiyê Kurd pistî 14 salên girtîgehê hate îdamkirin

06 November 2023 19:04 0 dîtin
Girtiyê Kurd pistî 14 salên girtîgehê hate îdamkirin

PeyamaKurd - Girtiyê siyasî yê Kurd Qasim Abeste yê ji Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê, piştî 14 salên girtîgehê li Qizilhesar a Kerecê ji aliyê rejîma Îranê ve hate bidarvekirin.

 Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku Qasim Abeste 14 sal berî niha ji aliyê hêêzn ewlehiya Îranê ve li Mahabadê hatiye girtin û ew ji bo nezareta Îtlaata (îstixbarat) Urmiyê hatiye veguhestin.

Qasim Abeste bi tometa kuştina Ebdulrehîm Tîna û şeş çalakvanan ji aliyê baskê 28 a dadgeha şoreşê ya Tehranê ya di bin serokatiya dadwer Meqîse de, bi tometa çalakîya li djî asayîşa netewî, li dijî hikûmetê û endambûna di komeke selefiyên îslama tund de û fesadîyê, cezayê darvekirinê li ser hatibû sepandin.

Qasim Abeste 14 sal in girtîbû û bi nexweşê penceşêra tiroîdê bû.