Kemal Kerkûkî: Xiyaneta 16ê Cotmehê rê ji terora DAISê re xwes kir
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Germiyan- Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî derbarê êrîşa ser malbateke Kakeyî li Xaneqînê û şehîdkirina 7 kesan daxuyanî da.
Dr. Kemal Kerkûkî di daxuyaniya ku li ser êrîşên terorîstên DAIŞê belav kiriye de got, “Daxwazê ji desthilata Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, bi hemahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bipele rewşa Kerkûk û herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistnê asayî bikin. Bi taybet ew herêmên piştî xiyaneta 16ê Cotmehê bêyî parastina Pêşmergeyê Kurdistanê mane.”
Kerkûkî destnîşan kir, xiyaneta 16ê Cotmehê rêxweşker bû ji bo encamdana karên terorîstî û li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin