Kemal Kerkûkî: Ji bo bidestxistina mafên Kurd em her rêyên yasayî didin ber xwe

11 April 2023 00:21 0 dîtin
Kemal Kerkûkî: Ji bo bidestxistina mafên Kurd em her rêyên yasayî didin ber xwe

PeyamaKurd – Berpirsê baregeha rêxistina Kerkûk û Germiyanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî di daxwuyaniyeka xwe de got ku ji bo mafên rewa yên Kurd bidest bixin, temamê rêyên siyasî û demokrasiyê, bi qanûnî didin ber xwe. Kerk+ûkî her weha behsa mijara bajarê Kerkûkê kir û got ku rizgarkirina bajarê Kerkûkê dawîlêanîna rejîma Baasê bû.

Kerkûkî, her weha behsa qehremaniya Pêşmerge kir ku bi tena serê xwe karibiye Kerkûkê bê alîkariya ti hêzê rizgar bike. Kerkûkî weha got:

“Hinek hêzên navçeyî û navdewletî li benda çêbûna şerekî netewî û olî bûn ku di nav pêkhateyan de bibe, hinek dixwestin tolhildanê bikin lê ev hemû perçeyekî ji siyaseta rejîma hovane ya Baasê bûn.

Hêzên qehreman ên Pêşmerge, dema çûn nav bajarê Kerkûkê û kontrol kirin, wêneya herî ciwan a qehremaniyê û camêriyê nîşan dan, bê ku xwînê birêjin û bi pêkhateyên bajêr re rû bi rû bibin û karibûn bajêr kontrol bikin.”