Îro salvegera peymana bidestxistina mafên Kurdên li Basûrê Kurdistanê ye

11 March 2021 11:59 0 dîtin
Îro salvegera peymana bidestxistina mafên Kurdên li Basûrê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Îro salvegera rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye ku di navbera Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî û Hikûmeta berê ya Beis a Iraqê da hatiye îmzekirin. Ev peyman, peymana bidestxistina mafên Kurdên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bû.

Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî, roja 11.03.1961ê de, dest bi Şoreşa Îlonê ya gelê Kurdistanê, li dijî rejîma Iraqê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê kir.

Ev peyman destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanî ji bo mafên xwe yên rewa bû.

Girîngiya Peymana 11ê adarê

Peymana 11ê adarê, ji bilî ku ew belgeyeke girîng a fermî bû ji bo mikurhatina hikûmeta Iraqê bi mafên sîyasî, îdarî û çandî yên gelê Kurdistanê û şoreşa wî ya serxwebûnxwaz bû, wek xebateke rewa xwedî peyam û armancên niştimanî yên dirust, belgeya aştîxwazî û lêborîna gelê Kurdistanê û serkirdatiya şoreşa wî bû, ku her dem diyalog û rêkeftin bi Hikûmetên Iraqî ra bijardeya wî ya sereke ye.

Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidest xistina otonomiya Kurdistanê bû. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya seranserê başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Îraqê naçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970yî ya di navbera rêberê şoreşê Mele Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê da hatîye îmza kirin.

Piştî rêkeftinê 4 salan, Hikûmeta Iraqê gav bi gav binpêkirin di rêkeftinê de pêk anî û li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê ve, rêkeftin bi dawî bû.